Li gorî rapora ajansa nûçan a Ehlûl Beytê (s.x)-ABNA- “Şefqet Elî Xan” berdevkê wezareta karên derve ya Pakistanê sefera çend rojnamevanên Pakistanî bo navçên dagirbûyî neqanûnî da zanîn û bal kişand ser vê yekê ku helwesta Pakistanê li hember Rêjîma Siyonîst nehatiye guhertin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Pakistanê di kongirekî rojnamevanî de ragihand, hikûmeta wî welatî derbarê raportên têkildarî sefera Pakistaniyan bo Îsraîlê agahî berhev dike.
Wî di vî warî de got: Hikûmeta Pakistanê ji raporên der barê rojnamevanên Pakistanî yên sefera Îsraîlê de agahdar e. Di vî warî de, divê bê zanîn ku pasaportên Pakistanê bi eşkereyî dibêjin ku "ji bo sefera Îsraîlê ne derbasdar in." Ji ber vê yekê, li gorî rêzikên heyî, rêwîtiyek weha ne gengaz e.
Dîplomatê Pakistanî tekez kir: Helwesta Pakistanê li hember Îsraîlê nehatiye guhertin. Pakistan Îsraîl nas nake û bi tundî piştgirîya mafên rewa yên gelê Filistînê dike, di nav wan de avakirina dewleteke Filistînî ya serbixwe û azad li ser sînorên sala 1967an bi paytexta wê Qudsê.
Daxuyaniya Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Pakistanê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pakistan li gorî biryarên Neteweyên Yekbûyî yên têkildar û daxwazên gelê Filistînê pabendbûna xwe ya bênavber a ji bo çareseriya aştiyane û adilane ya pirsgirêka Filistînê dubare dike."
Hin dezgehên ragihandinê ji wan rojnameya siyonîst " Cezurulem Post" di raporên xwe de îdia kiribûn ku komek ji rojnamevanên Pakistanî bi armanca lêkolînkirina êrişên 7ê Cotmehê ber bi welatên dagirbûyî ve çûne.
......................
Dawiya peyamê /
Etîket
Îsraîl
Pakistan
Your Comment